WEZÎRÊ EŞO ÇU SER DILOVANİYA XWE -///=> ANP
WEZÎRÊ EŞO ÇU SER DILOVANİYA XWE
2015-01-24  

WEZÎRÊ EÅžO ÇU SER DILOVANÄ°YA  XWE

Roni Alasor,

Bruksel, 23.01.2015 - MED-Diplomatic : Apê Wezîr, Wezîrê EÅŸo, nivîskar, wêjezan, dîrokzan, rojnamevan-redaktor û wergêrê Kurd yê bi nav û deng, iro roja 23ê Çileya PaÅŸî sala 2015’a, 81 saliya xwe da, lı paytexta Yekitiya Ewrıpa û Belçikayê, bajarê Brukselê çu lı ser dılovaniya xwe.

Apê Wezir, pışti ku sala 1995a da hate Belçikaê, heya roja mırına xwe dest kar û xebatên xwe yên ronakbiri û Kurdewari berneda. Jiyana Apê Wezir herdem dewlemend, Kûrdewar û serbîlînd bu. Gerek hemu Kurd û Kurdistani, rêxıstın û saziyên Kurdistanê kar û xebatên Apê Wezir birnekın û Wezirê EÅŸo wek Wezirê Kurd bışinın lı ser dılovaniya wi.

Wezîrê EÅŸoyê Hûtî Begê, 1’ê Mijdara sala 1934’an li payîtextê Gurcistanê-Tivlîsê hatiye cîhanê. Xwendin-perwerda xwe ya destpêkê di dibistana gundê xwe-Pampê (niha Sîpan li herêma Ermenîstanê ya Aragasotinê) û ya Tivlîsê ya jimara 23an da bi giranî bi zimanê Ermenî bi cî aniye.

Wek Apê Wezîr xwe dı biografiya xweda nıvisiye, ew sala 1958a fakûltêta (beÅŸa) Zanîngeha payîtextê Ermenîstanê – Yêrêvanê ya dîrokê xilas kiriye. Salên 1958-1961ê weke serokê dibistana gundê xwe - Pampê (li nawça Axbaranê) kar kiriye. Salên 1961-1963an li Lênîngiradê (niha Pêtêrsbûrg) beÅŸa Kurdzaniyê da ya Înstîtûta Rojhilatzaniyê, bûye pisporê dîroka Kurdistanê. Salên 1964-1994a wek rêdaktor, serrastkir û kontrolkirekî çapemeniya Ermenîstanê yê sereke, her usa jî wek rêdaktor-wergêrê beÅŸa weÅŸanên bi kurdî ya Radiyoya Ermenîstanê li Yêrêvanê kar û barên xwe bi cî anîne.

Wek nivîskar berhemên wî di rojnameya kurdî ya Riya Teze da û her wiha bi wergerên ser ermenî û rûsî di rojname û kovarên Ermenîstanê yên wêjeyî da ji sala 1958a û vir da hatine çapkirinê. Berhemên wî yên lîtêratûra bedewî weÅŸanên kurdî yên bi radiyoyê jî xemilandine. Novêl û wergerên Wezîrê EÅŸo yên lîtêratûra bedewî, bi tayîbetî bîranînên wî ser Erebê Åžemo di berevokên berhemên nivîskarên kurd da jî hatine çapkirinê, ku salê carekê bi sernavên « Bahara teze » û « Bahar » li Yêrêvanê salên 80î û 90î hatine weÅŸandinê.

Hetanî niha ev pirtûkên Wezîrê EÅŸo yên berhemên lîtêratûra bedewî, zaniyariyê û wergeriyê hatine çapkirinê : « Mizgînî » (Yêrêvan, 1976); « Xebera Dosta » (berevoka novêlên nivîskarên Ermenî bi pêÅŸgotin û wergera ser Kurdî); « Dengbêj kal bibû » (Yêrêvan, 1983); « Xaçatûr Abovyan, Kurd, Êzdî »  werger, pêÅŸgotin, pênasîn û pêradanok yên Wezîrê EÅŸo (Yêrêvan, 1986) ; « Pamp-Sîpan » (Yêrêvan, 1986) ; « Dosya Barzanî Sandoqa Stalîn ya Polayî da » (bi kurdî, Hewlêr, 2007, bi wergera ser erebî : Hewlêr, 2008) ; « Pariyê Berdemayî » (Hewlêr, 2008) ; « Kurdzanê Mezin Qanatê Kurdo » (Ararat News Publishing (ANP-Belçika-Bulgaristan, 2010) ; Zargotinzanê Kurd yê mezin » (bi Ermenî, Yêrêvan, 2010), ev pirtûk ser jiyan, kar û barê Heciyê Cindî hatiye nivîsandinê; « Simoyê Åžemo: Jîyan û Kar » (bi Kurdî, Yêrêvan, 2013).

14 pirtûkên nivîskar û zaniyarên Kurd û Ermenî bi pêÅŸgotinên Wezîrê EÅŸo hatine weÅŸandinê, ku her yek ji wana wek xebat, lêgerîneke zanyarî tê dîtinê. Bilî wan gelek gotar û raporên wî yên bi tayîbetî ser pirsên Kurdzaniyê û ser Kurdzanan, ser dîrok, wêje û çanda Kurdên Yekîtiya Sovyîtiyê û Ermenîstanê bi ÅŸiklê lêkolînên zaniyarî di berevok, rojname û kovarên Ermenîstanê, Rûsyayê, welatê Awropayê û Herêma Kurdistanê ya Fêdêral da bi Kurdî, Ermenî, Rûsî û Almanî hatine çapkirin. Çend heb ji wana raporên zaniyarî ne, bi kîjanan Wezîrê EÅŸo beÅŸdarî konfêransên zaniyarî li eyînî welatan bûye.

Weke rojnamevan-redaktor Wezîrê EÅŸo ji nîveka salên 50î yên sedsala buhurî û vir da deng daye. Bi sedan gotarên wî di rojname û kovarên Yekîtiya Sovyêtiyê ya berê, welatên Awropayê û Kurdistanê da hatine weÅŸandin, di malperên kurdî da hatine belavkirin, bi giranî yên ser dîrok û jiyana Kurdên Sovyêtistanê ya çandî. Em îdî derheqa wan komêntar, ÅŸirove û nivîsên wî da nabêjin yên ku bi radiyoya Yêrêvanê bi zimanê kurdî, lê usa jî ermenî û rûsî, hatine weÅŸandin.

Wezîrê EÅŸo bi sedan sêmînarên ser dîroka Kurdistanê, bi tayîbetî tevgera azadîxweziya Kurd, ser wêje û çanda Kurdî, ser Kurdzanînê li Ermenistanê û piÅŸtra li welatên Ewropayê, nemaze Bêlcîka û li Herêma Kurdistanê, bi cî anîne.

Pirtûkên çend nivîskar û zaniyarên Kurd, di nava wê jimarê da yên fêrên ziman û lîtêratûra Kurdî bi rêdaktorî, bi serrastkirina Wezîrê EÅŸo hatine weÅŸandin.

Wezîrê EÅŸo warê wergervaniyê da jî xizmeta pêÅŸxistina wêjeya Kurdî û xwendevanên wê kiriye. Ewî gelek berhemên nivîskarên Ermenî yên kilasîk û hemdem yên dûznivîsarê (pirosayê) bi giranî yên ser jiyana Kurdî û qehremanên Kurd bi wergerên xwe kirine mal û milkê xwendevanên Kurd. Bi wergera wî her wisa jî Kurteromana nivîskarê Rûs yê mezin Arkadî Gayîdar ya bi sernavê « Têmûr û Koma wî » beÅŸa pirtûka fêran ya « Zimanê Kurdî » ya kirêstomatîk da ya bona sinifa 4a hatiye bi cîkirinê.

Wezîrê EÅŸo xizmeta ÅŸanogeriya Kurdî jî kiriye. Di radyoya Yêrêvanê da ew pir salan ÅŸîretkarê derhênan bûye di warê amadekirina ÅŸanoyên radiyoyê (radiokompozîsiyan) da yên ser bingeha berhemên nivîskarên Kurd û Ermenî çêkirî. Du ÅŸanoyên radiyoyê jî ser bingeha serhatiyên (novêlên) wî bi xwe yên bi sernavên « Tîgran û Mehmûd » û « Koçekê Derewîn » hatine amadekirinê (çêkirinê). Lê komêdiya Wezîrê EÅŸo ya bi sernavê « Remo, Åžemo, Temo û lawik » çend salan ser sehna (dika) Têatiroya Elegezê ya Kurdî ya gelêrî bi serkeftin hatiye nîÅŸandanê.

Niha ev pirtûkên Wezîrê EÅŸo li ber çapêne û ji bona weÅŸandinê tên amadekirinê : « Wêjeya Kurdî li Ermenîstanê », « Stranbêjê Kurd yê mezin Åživan Perwer », « Dîrokzanê Kurd yê bi nav û deng Åžekroyê Mihoyî », « Doxtirê Kurd yê lêgêndî Åžîraliyê EÅŸo», « Kurteroman », «Hûnera Kurdî ya stranê û mûzîkayê û qeyîdkirina berhemên wê li Ermenîstanê », «Çapkirina pirtûkên Kurdî û ser Kurdan li Yekîtiya Sovyêtiyê » û yên dinê.

Wezîrê EÅŸo niha bi giranî ser lêkolîneke berfireh karê xwe berdewam dike ya ser kar û barê Barzaniyê Nemir li Yekîtiya Sovyêtiyê ya berê salên 1947-1958a.

«Pirtûka KurdiÌ‚ û PirtûkeÌ‚n li Ser Kurdan li ErmenistaneÌ‚» xelaz buye û jı bo weÅŸandınêd amade dıbe. ReÅŸnivîsarên bîranînên Wezîrê EÅŸo, novêl û kurteromanên wî yên nû û çapnekirî têra dagirtina çend pirtûkên stûr dikin.

Wek nivîskar û wergêr Wezîrê EÅŸo yekemîn ronakbîrê Kurde li Ermenîstanê û dervayî sînorên wê, ku hêjayî xelata Yekîtiya nivîskarên wê komarê ya bi navê Erebê Åžemo (Åžamilov) bûye. Ew hatiye hilbijartin weke endamê Yekîtiya nivîskar û Yekîtiya rojnamevanên Ermenîstanê û Yekîtiya Sovyêtiyê. Ji ber kar û barê xwe yê civakî yê aktîf, bi heyacan ew hatiye hilbijartin wek cîgirê serokê Åžêwra Ronakbîrên Kurd li Ermenîstanê.

PiÅŸtî hatina li Ewropayê Wezîrê EÅŸo kar û barê xwe yê berhemdariyê û civakî berdewam kir wek endamê Instîtûya Kurdî ya Brûkselê lê piÅŸtra buye endamê Bûroya Kurdî ya Pêwendî û Agahdariyê li eyînî bajarî. Ew her wisa jî hatiye hilbijartinê weke serokê ÅŸerefê yê rêxistina Kurdên Kavkaziyayê li Bêlcîka.

Jiyana Wezirê EÅŸo, wek we bı devê Apê Wezir xwe xwend, Apê Wezir, heya roja mırına xwe ji dest kar û xebatên xwe yên ronakbiri û Kurdewari berneda. Ew wek herdem, roja 9ê Çileya PaÅŸî sala 2015a disa çu Buroa Kurdi cem torına Cemil PaÅŸa Perwin Xanımê. Dema ku êvarê vegerya mala xwe, Wezîrê EÅŸo kete komaê û pışti 14e roja, 23ê Çileya PaÅŸî sala 2015’da koça xwe lı nav me barkır û çu lı ser dılovaniya xwe.

Rasti 81 sal jı bo Apê Wezir jiyaneke kın bu, bes jiyana wi herdem dewlemend, Kurdewar û serbılınd bu. Gerek hemu Kurd û Kurdistani, rêxıstın û saziyên Kurdistanê kar û xebatên Apê Wezir birnekın û Wezirê EÅŸo wek Wezirê Kurd bışinın lı ser dılovaniya wi.

Roni Alasor,

Bruksel, 23.01.2015



Print


.
2023-10-30 - 14 :33    Dr ZerdeÅŸt Haco Xelata Mîr Celadet Bedirxan wergirt
2022-11-23 - 20 :54    Navdareki Kurd : Cewoyê Emer Mamoyan
2021-04-17 - 05 :23    “Yêrêvan xeber dıde” koça xwe bar kır
2020-03-31 - 14 :45    KURD ÇAWA BUN `miletê êzidî` ?
2020-02-28 - 15 :32    Kurdî qedera min e
2020-01-29 - 12 :58    JÄ°YANA NIViSKARÊ KURD ELÃŽYÊ EBDILREHMAN
2019-09-07 - 04 :49    YEKÄ°TÄ°YA KURDA, ROLA SEROK Û PARTÄ°YÊN KURD
2018-08-21 - 16 :14    Nirxandina Islama Siyasî di neynika wêjeya Kurdî de
2015-01-24 - 04 :34    WEZÃŽRÊ EÅžO ÇU SER DILOVANÄ°YA XWE
2013-01-01 - 06 :21    Dimilkî yek ji zaravayên zimanê Kurdî ye
2012-01-22 - 12 :06    Dostaniya Cegerxwîn û H. Emînê Perîxanê ba Ermeniya
2012-01-14 - 01 :24    Mihemedê Siloyê Bava koça xwe bar kir...
2012-01-14 - 00 :55    Prof. Dr. Wanli çû ser dilovanîya xwe
2011-11-08 - 22 :00    Mêrxasê Sovyetê: Semendê Elî Sîabendov
2011-10-15 - 02 :00    Jiyan û xebata Mehmed Uzun
2011-09-18 - 01 :32    Jiyan a nivîskarê kurd Eskerê Boyîk
2011-03-17 - 01 :54    Barzanî: Divê em hev xaîn îlan nekin
2011-02-08 - 02 :25    Dîktatorek diçe yek tê
2010-11-16 - 00 :03    Pêncî saliya ÅŸewata zarokên sînema Amûdê
2010-11-13 - 20 :48    Girîşayê Memê ji nav me koç kir



About us  |  Contact information
Copyright 2008, ANP. All rights reserved.
Powered by Med Diplomatic