Dimilkî yek ji zaravayên zimanê Kurdî ye -///=> ANP
Dimilkî yek ji zaravayên zimanê Kurdî ye
2013-01-01  
Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê : Em careka din diyar dikin ku, kurdên dimilî, beşekî civaka milletê Kurd e. Dimilkî (kirdkî) jî yek ji zaravayên zimanê kurdî ye û tu hêz nikare vê rastiyê berovajî bike.

Dimilkî yek ji zaravayên zimanê Kurdî ye

Bruksel, Ararat News-Publishing - Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê (KNKS) diyar kir ku ew axaftina wezîrê perwerdeya millî ya dewleta Tirkiyeyê Ömer Dinçer derheq zimane Kurdi xelet dibunin u rexne dikin. KNKS wiha got : Wezîrê perwerdeya millî ya dewleta Tirkiyeyê Ömer Dinçer di axaftina xwe ya 12.12.10212an ya li Unîversîteya Çewlîgê (Bîngolê) de diyar kir ku “zazakî zimanekî cihê ye. Unîversîteya Artukoglu ya Mêrdînê em xapandine. Ew ne pisport bûn. Wan bi me dabûn bawer kirin ku zazakî zaravayekî zimanê kurdî ye. Di vî warî de em baweriya xwe bi pisporên Unîversîteya Çewlîgê tînin… Di kitêbên sala bê de, wê zazakî ne wek zaravayekî kurdî, wek zimanekî din bê qebûl kirin…”

Ev daxuyanî û helwesta wezîrê perwerdeyê, nîÅŸana berdewamiya siyaseta kevnare ya dewleta Tirk e ku li ser hîmê înkar, asîmlasyon û jiholêrakirina miletê Kurd û zimanê wî hatiye ava kirin. Heta ji destên karbidestên vê dewletê hat, hebûna miletê Kurd û zimanê wî înkar kirin û xwestin di nav berdên aÅŸê asîmlasyonê de hûrhûr bikin û ji holê rakin. Lê teva hemû hewldan, zilm û zordariya dewletê jî, gava di vê armanca xwe de bi ser neketin; niha jî dixwazin bi awayên cihê miletê Kurd ji hevdu perçe bikin û fesadiyeke din gûr bikin. Ji xwe ev siyaseta dewletên kolonyalîst ya ku “perçe bike û îdare bike” ji bo milletê Kurd ne tiÅŸtekî nû ye!

Li gor agahdariyên ku gihaÅŸtine me, ev kesên ku wezîrê perwerdeyê referens nîÅŸan dide, nîjadperestên kevn in ku bi navê “ulkuciyan” tên nas kirin. Ew niha jî li Universîteya Çewlîgê bi navê “akemîsyentiyê”, dixwazin di warê zaravayên kurdî de, fitne û fesadiyê geÅŸ bikin û qaÅŸo bêtifaqiyê û cihêtiyê têxin nav kurdên kurmancîaxêv û dimilîaxêv.

Em weke Komeleya Nivîskarên Kurd careka din diyar dikin ku, kurdên dimilî, beÅŸekî civaka milletê Kurd e. Dimilkî (kirdkî) jî yek ji zaravayên zimanê kurdî ye û tu hêz nikare vê rastiyê berovajî bike.

Di dîroka serhildanên milletê Kurd yên ji bo bidestxistina mafên xwe yên neteweyî de, kurdên dimilî (zaza) roleke gelekî taybetî lîstine. Ew mejiyên ku xwe ji ruhê kolonyalîstî û nîjadperestîyê rizgar nekirine, bila ji kerema xwe re dîsa li rûpelên dîrokê binerin û di serhildanên Koçgirî, Pîran û Dersimê de wan qahremanên kurdên dimilî bînin ber çavên xwe!

Em vê helwesta wezîrê perwede ya dewleta Tirkiyeyê bi tundî ÅŸermezar dikin û herweha em bi awakî giÅŸtî gazî milletê Kurd û bi taybetî jî gazî akademîsyen, nivîskar, mamoste, rewÅŸenbîr û siyasetmedarên kurdan dikin ku li hemberî, vê siyaseta kolonyalîst û kone bi ruhekî neteweperwerî rawestin.

Zimanê kurdî, hebûna miletê Kurd e. Milletê kurd ne xwediyê mejiyekî teng û yekrengî ye. Em civateke pirrengîn in û vê yekê weke dewlemendiyek xwezayî dizanin. Mafê kesekî tuneye ku di vî warî de devdirêjiyê bike û neheqiyê li milletê Kurd û zimanê kurdî bike. Loma jî divê Wezîr Ömer Dinçer weke camêran vê ÅŸaÅŸî û neheqiya xwe bibîne û van gotinên xwe paÅŸ de bigre!

Bi vê wesîleyê jî em dixwazin dîsa bînin bîra hukûmeta îro û wezîrê perwerdeyê ku weke her milletî û zarokên her milletî, mafê milletê kurd û zarokên kurdan jî heye ku bi zimanê dayika xwe û bi zaravên xwe perwerde bibin û vî mafên meÅŸrû û însanî di her warên jiyanê de bi kar bîne û pêÅŸ de bibe!
 

Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê


Print


.
2023-10-30 - 14 :33    Dr ZerdeÅŸt Haco Xelata Mîr Celadet Bedirxan wergirt
2022-11-23 - 20 :54    Navdareki Kurd : Cewoyê Emer Mamoyan
2021-04-17 - 05 :23    “Yêrêvan xeber dıde” koça xwe bar kır
2020-03-31 - 14 :45    KURD ÇAWA BUN `miletê êzidî` ?
2020-02-28 - 15 :32    Kurdî qedera min e
2020-01-29 - 12 :58    JÄ°YANA NIViSKARÊ KURD ELÃŽYÊ EBDILREHMAN
2019-09-07 - 04 :49    YEKÄ°TÄ°YA KURDA, ROLA SEROK Û PARTÄ°YÊN KURD
2018-08-21 - 16 :14    Nirxandina Islama Siyasî di neynika wêjeya Kurdî de
2015-01-24 - 04 :34    WEZÃŽRÊ EÅžO ÇU SER DILOVANÄ°YA XWE
2013-01-01 - 06 :21    Dimilkî yek ji zaravayên zimanê Kurdî ye
2012-01-22 - 12 :06    Dostaniya Cegerxwîn û H. Emînê Perîxanê ba Ermeniya
2012-01-14 - 01 :24    Mihemedê Siloyê Bava koça xwe bar kir...
2012-01-14 - 00 :55    Prof. Dr. Wanli çû ser dilovanîya xwe
2011-11-08 - 22 :00    Mêrxasê Sovyetê: Semendê Elî Sîabendov
2011-10-15 - 02 :00    Jiyan û xebata Mehmed Uzun
2011-09-18 - 01 :32    Jiyan a nivîskarê kurd Eskerê Boyîk
2011-03-17 - 01 :54    Barzanî: Divê em hev xaîn îlan nekin
2011-02-08 - 02 :25    Dîktatorek diçe yek tê
2010-11-16 - 00 :03    Pêncî saliya ÅŸewata zarokên sînema Amûdê
2010-11-13 - 20 :48    Girîşayê Memê ji nav me koç kir



About us  |  Contact information
Copyright 2008, ANP. All rights reserved.
Powered by Med Diplomatic