Prof. Dr. Wanli çû ser dilovanîya xwe -///=> ANP
Prof. Dr. Wanli çû ser dilovanîya xwe
2012-01-14  
Prof. Dr. Îsmet Şerîf Wanlî sala 1924 an de li gundekî nêzîkî Şamê paytexta Sûriyeyê ji dayîk bibû û ew di roja 9.11.2011an li duri welatê xwe, çû ser dilovanîya xwe. Ewi aha digot : Her kes li derveyê welêt zimanê xwe ji bîr dike, lê ez li derveyê welat fêrî Kurdî bûm.
Prof. Dr. Wanli çû ser dilovanîya xwe
Konê ReÅŸ -  QamiÅŸlo / Kurdistana Rojava
Di roja 9.11.2011an de, roja xwepêÅŸandana ku bi biryara Kongereya NiÅŸtimanî Ya Kurdî Li Sûriyê hatibû pêk anîn û Kurd bi deh hezeran derketin kolanên QamiÅŸlo, doza azadî û serbestiyê dikirin, di eynî rojê de, li Swîsrayê, siyasetmedar û nivîskarê Kurd yê navdar Îsmet Åžerîf Wanlî di seat di 04.00 sibehê de li nexweÅŸxaneya CHUV a Lozanê koça dawî kir.
Îsmet Åžerîf Wanlî 87 sal kiribûn, ji sala 1948 an de li bajarê Lozana Swîsreyê dijiya. Ew di 21ê berfanbara 1924 an de li gundekî nêzîkî Åžamê paytexta Sûriyeyê ji dayîk bibû, di salên zaroktiya xwe de çav bi welatparêz û rewÅŸembîrên Kurd wek mîr Celadet Bedirxan, Qedrî û Ekrem CemilpaÅŸa, Dr. Ehmed Nafiz û birayê wî Nûredîn Zaza, Elî axa Zilfo.. ketibû û ji wan fêrî Kurdperweriyê bibû û wiha wî jî xwe berdabû nav têkoÅŸîn û berxwedanê di ber gelê xwe de.. Ji sala 1948 ve li derveyî welat bû. Li Swîsrayê di warê felsefe û hiqûqê de dîploma xwe wergirtibû û dersên siyasetzaniyê didan.. Her wiha di salên 1960-1962 an de jî li zanîngeha Sorbonê li ser Kurdnasiyê ders dane.. Di sala 1061 ê de li ser daxwaza Barzaniyê nemir çûye Kurdistana baÅŸûr û zîviriye Ewropa nuneritiya Tevgera BaÅŸûrê Kurdistanê a bi serokatiya Mela Mistefa Barzanîyê nemir kiriye.. Di sala 1995 de tevlî Parlementoya Kurdistanê ya Derveyê Welat (PKDW) ya ku di 1995’ê de hatibû damezrandin bibû. Di sala 1999 de dema Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) hatibû damezrandin. Ew bibû serokê KNK ê û demeke dirêj serokatiya wê kiribû.
Gelek berhem û pirtûkên wî bi zimanên biyanî derketine. Ji wan berheman pirtûka bi navê Li Tirkiyeyê Pirsgirêka Netewî ya Kurdan û gelek berhemên wî yên din jî hene. Bi jinek Swîsreyî re zewicî bû û li Lozana Swîsreyê jiyana xwe derbas dikir.
Ji gotinên wî derbarî zimanê Kurdî de: Li zimanê Kurdî û kultura Kurdî xwedî derkevin.. Hemû Kurd, bela li ziman û kultura xwe xwedî derkevin, lê zêdetir divê yên derveyî Kurdistanê lê xwedî derkevin..
Erê, Îsmet Åžerîf Wanlî xwendina xwe li dervî Kurdistanê; Libnan, Swîsra, Franse û DYA’yê kiribû wiha jî li xerîbiyê fêrî zimanê xwe yê zikmakî bibû. Li ser fêrkirina wî ji zimanê Kurdî re wiha digot: Her kes li derveyê welêt zimanê xwe ji bîr dike, lê ez li derveyê welat fêrî Kurdî bûm. Di heyamê çetîn û dijwar de Îsmet Åžerîf Wanlî dengê Kurdistanê bû, dengê Kurdên rojava bû. Ez xemgînî û mixabiniya xwe ji malbata wî û gelê kurd re pêÅŸkêÅŸ dikim û ji Yezdanê dilovan bi hêvî me ku cihê wî bihiÅŸta rengîn be û dawî dibêjim: Serê gelê Kurd sax be.


Print


.
2023-10-30 - 14 :33    Dr ZerdeÅŸt Haco Xelata Mîr Celadet Bedirxan wergirt
2022-11-23 - 20 :54    Navdareki Kurd : Cewoyê Emer Mamoyan
2021-04-17 - 05 :23    “Yêrêvan xeber dıde” koça xwe bar kır
2020-03-31 - 14 :45    KURD ÇAWA BUN `miletê êzidî` ?
2020-02-28 - 15 :32    Kurdî qedera min e
2020-01-29 - 12 :58    JÄ°YANA NIViSKARÊ KURD ELÃŽYÊ EBDILREHMAN
2019-09-07 - 04 :49    YEKÄ°TÄ°YA KURDA, ROLA SEROK Û PARTÄ°YÊN KURD
2018-08-21 - 16 :14    Nirxandina Islama Siyasî di neynika wêjeya Kurdî de
2015-01-24 - 04 :34    WEZÃŽRÊ EÅžO ÇU SER DILOVANÄ°YA XWE
2013-01-01 - 06 :21    Dimilkî yek ji zaravayên zimanê Kurdî ye
2012-01-22 - 12 :06    Dostaniya Cegerxwîn û H. Emînê Perîxanê ba Ermeniya
2012-01-14 - 01 :24    Mihemedê Siloyê Bava koça xwe bar kir...
2012-01-14 - 00 :55    Prof. Dr. Wanli çû ser dilovanîya xwe
2011-11-08 - 22 :00    Mêrxasê Sovyetê: Semendê Elî Sîabendov
2011-10-15 - 02 :00    Jiyan û xebata Mehmed Uzun
2011-09-18 - 01 :32    Jiyan a nivîskarê kurd Eskerê Boyîk
2011-03-17 - 01 :54    Barzanî: Divê em hev xaîn îlan nekin
2011-02-08 - 02 :25    Dîktatorek diçe yek tê
2010-11-16 - 00 :03    Pêncî saliya ÅŸewata zarokên sînema Amûdê
2010-11-13 - 20 :48    Girîşayê Memê ji nav me koç kir



About us  |  Contact information
Copyright 2008, ANP. All rights reserved.
Powered by Med Diplomatic