Jiyan û xebata Mehmed Uzun -///=> ANP
Jiyan û xebata Mehmed Uzun
2011-10-15  
Nivîskar û lêkolinvan Mîrhem Yigit bi munasebeta salvegera wefata Mehmed Uzun jiyan û xebata Memo nivisi : 'Mihemed ji nav me barkir û çû, belê li pey xwe şopek diyar û barek berhem jî hişt , mala wî ava, cihê wî buhuşt be'.
Jiyan û xebata Mehmed Uzun
Mîrhem Yigit –  14.10.2011 - Min Mehmet Uzun ji sala hate Siwêd û vir de nas dikir, heta berî ji ber nexweÅŸiya xwe here welat jî têkiliyên me hebûn.
Cara ewil li Stokholmê di civîneke AKSA (Komela Xwendevanên Kurdistan li Derveyî Welat ) de me hev dît, sal 1977 bû û Mihemed jî nû hatibû Siwêdê.
PiÅŸtre di wê navê re sal buhurîn, ez vegeriyam welat û sala 1985 an li Sûrî em li hev rast hatin, ji bo romanekê ku piÅŸtî 10 salan bi navê “Bîra Qederê” çap bû, hatibû Åžamê, dixwest xanima qehremanê romanê Celadet, RewÅŸen Bedirxan bibîne.
Me bi hev re xanima hêja ziyaret kir û di nav çend rojan de me têkiliyên berî bi 8 salan binû vekirin.
Mihemedê vê carê ne ew Mihemedê 77 an bû ku taze ji welat derketibû Ewropa û bi temamî angajeyê siyasetê bû, meyl û bala wî bi awayekî xwiya dageriya bû aliyê wêje û lêkolîneriya akademîk.
Dawiya 1985 an ku cardî piÅŸtî 6 salan vegeriyam Swêdê, êdî me hev zêdetir didît. Hevdîtinên me çend caran li mal li ba min û bi piranî jî li Kafeterya Drotningsgatan çêdibûn ku tê zanin çendî Mihemed hez ji rûniÅŸtina li vir dikir ku sêpla nivîskar û entelektuelên Stokholmê pir pê diket.
Êdî rewÅŸa siyasî li Kurdistan jî têra xwe hatibû guhertin. Di hinek meselên siyasî de cihê fikriya me hebe jî nedibû sebeb ku em hev nebînin, em li hev nepirsin û dema derfet û keys çêdibû sohbetên siyasî û wêjeyî nekin.
Bahweriya me ew bû ku ev hevdîtin û sohbet bi dilê me herduwan bûn, ji bo me dibûn faktorên, hevdewlemendkirin hevbitoleranstirkirin û hevhandayînê.
Salên nav 1993 û 2000 an çend caran di semînerên YRWK (Yekîtiya RewÅŸenbîrên Welatparêzên Kurdistan) de em hatin ba hev, carekê jî li ser Celadet Bedirxan, bû yek ji semînerdarên semînera YRWK ku ji aliyê me dihate birêvebirin.
Berî 2000 î carekê jî li ser daxwaza wî, min li ser romana wî “ Bîra Qederê”, di ÅŸevekê de ku ji aliyê pismamê Wî Ismet Uzun hatibû organîzekirin û em çend kes tê de beÅŸdar bûn axaftinek kir ku piÅŸtre di hinek kovar de bela bû û hate weÅŸandin. 
Ev nirxandin gelekî ecibandibû û carna hinek bi henekî û hinekî jî cidî dipirsî ka çima bi temamî ez xwe nadim karên wêjeyî.
Sala 2001 ê dewletê ji ber hinek berhemên Mihemed ku hatin qedexe kirin û ew dane dadgehê, li Lokala Yekîtiya Nivîskarên Swêd ji bo piÅŸtgiriya Mihemed, civînek çêbû ku li ser daxwaza wî, ez bi xwe jî tê de amade bûm.
Di civînê de kesên mina endama Akademiya Swêd Kerstin Ekman, qîza xelatgirê nobelê nivîskarê Siwêdî Eyvind Johnson ku navê wê di bîra min de nemaye û Mihemed em bi hev dan naskirin û gelek nivîskarên din amade bûbûn.
PiÅŸtre ne bi gelekî ku ji bo xebatên Radyoya Dengê Mezepotamya çûm Brukselê, li Radyo bi firehî me ev bûyer kir nûçe û bi telefonê Mihemed beÅŸdarî programê Radyo kir, li ser qedexeyîya berhemên wî li Tirkiye û dadgeha li dar, dîtinên wî girtin.
Berî nexweÅŸ bikeve û bi temamî vegere welat jî çend caran hat Brukselê, hat televizyonê, her cara dihat jî me hev didît. Ji xwe berî wê jî di merasima ÅŸandina cenazeya Mahmut Baksî de em hatibûn ba hev.
Ji bo jiyana Mehmet Uzun (min tim jê re Mihemed digot), berhemdarî û nivîskariya wî, nîqaÅŸên li der û dora romanên wî pir tiÅŸtên mirov bêje hene.
Naskirina min bi tenê bi vî aliyê li jor min behs kir ne bisînorkirî ye. Min roman û berhemên Mihemed jî baÅŸ dixwendin û taqîb dikirin. Hayê min ji jiyan û nivîskariya wî ne hindik e. Agehdariya min têra xwe fireh e ku bi aliyekî xwe tecrûbeyî û bi yê din jî kitêbî ye.
Bi gotineke pir giÅŸtî û di nav gel de tê bikaranîn, “erebî bazar” tu bigre, mirov dikare jiyan û nivîskariya Mihemed bi xetên stûr, di du qonaxan de kategorize bike.
Tê zanîn, Mihemed jî mina giÅŸ romanivîsên me yên ewil, navdar û xwedîÅŸop, ji nav siyasetê hatiye.
Romanivîsê ewil Erebê Åžemo, nivîskarê romana PêÅŸmerge Rehîmê Qazî, yê romana Jana Gel û bi dehan ÅŸair, çîroknivîs û romanivîsên berî û PiÅŸtî Mihemed, di nav siyasetê de çavên xwe vekirine, ji nav siyasetê ketine rê, têkiliya wan bi pênûsê re çêbûye û di zemanê xwe de gelek ji wan jî ne bi tenê siyasî, belê milîtanên siyasî bûne , ev bi giranî wiha ye.
Yê ji ber xebatên xwe yên li ser alfebê helî kêm siyasî tê naskirin Celadet Bedirxan bi xwe jî, berî Kovara Hawarê derxe, ji bo wêje û xebatên akademîk xwe bi dilekî bike, heta bi qirikê di nav siyasetê, hewlên lidarxistina raperînên çekdarî û çalakkirina Xoybûnê de ye.
Di hevpeyvînekê de ku kengî û li ku bûye ne di bîra min de ye ji Mihemed dipirsin, tu nebûya romanivîs tu dê bibûya çi, bersiva wî kurt û kin e :
Ez dê bûbûma milîtanekî siyasî.
Mirov dikare ji bo salên Mihemed yên di nav salên 1972-1985 an de salên milîtantiya siyasî bêje .
Di van 10-12 salên di nav siyaseta aktîv de; zîndana Amedê (1972), civîn, meÅŸ, pilatform û mitîngên salên nav 73-76 li Enqera, zîndana Mamakê (1976), berpirsiyariya Kovara Rizgarî , hefteyên firariyê, derbaskirina sînor û daketina binxetê, derketina Swêdê (1977), çûna Rojhilat û BaÅŸûrê Kurdistanê, naskirina Dr. Rehman Qasimlo, Åžêx Izedîn Huseynî, Mam Celal û bi dehan siyasetmedarên kevin (1979), bi Åžerefxan Cizîrî û EÅŸref OkumuÅŸ re derxistina Kovara Rizgariya Kurdistan li Stokholmê (1983) û hwd. binav bike.
Romana “Tu” (1985) dibe dawiya peryoda siyaseta aktîv û destpêka derbasbûna aliyê wêjeyî.
Salên 86, 87, 88…. di Kovara Kurdistan Press de, dibin salên têkiliyeke xwurt bi wêjevan û bi dehan nivîskarên kurd re ku di vî ÅŸaxî de xwedîgotin in.
Çendî sal derbas dibin xwebidilekîkirina Mihemed ji bo edebiyatê serdestir û diyartir dibe û di mêzêna di nav edebiyat û siyasetê de fera edebiyatê girantir dibe.
Romana Mihemed, romana ewil ”Tu”, di nav kurdên li Stockholmê de dibe dabaÅŸ û li xalên di rojeva siyasiyên penaber de dibe mijûlahî û beniÅŸtekî nav diranan.
NîqaÅŸ ne kûr in, sererû û vêl in, dûr in ji prensîp û pîvanên wêjeyî. Aliyên ÅŸexsî, hêrs û dexsî, hinek zikreÅŸî û hwd. ardû û enerjiya nîqaÅŸan in.
Mehmet Uzun piÅŸtî di nav re gelek sal dubhurin, van nîqaÅŸan bibîr tîne û çendî bandêreke neyênî li ser moral û psîkolojiya wî kirine, behs dike.
Lê ew bi biryar e, xistiye serê xwe û dê kevirê nû di ber xwe re bernede. Du sal tê re nabhurin romana ”Mirina Kalekî Rind” (1987) dide çapê.
Salên piÅŸtretir Uzun, romanên ”Siya Evînê (1989), ”Rojek ji Rojên Evdalê Zeynikê” (1991), wek du xelekên nû li zincîra romanên xwe zêde dike.
Ev sal, salên nav 1985 û 1990 î bi aliyekî xwe jî ji bo Mihemed dibin salên xweceribandinê, xwelimêzênêkirinê û salên naskirina hêza romanivîskariya xwe .
Ji 90 î û pêde êdî Mehmet Uzun bixwe bahwer e, li xwe ewle û jixwe piÅŸtrast e, zêde serê xwe mîna berî bi 5-6 salan bi gotin û paÅŸgotiniyên vî alî û aliyên din naêÅŸîne, naxe paçên xwe û di bin simbêlan re dikene bi wan.
Ew têra xwe hoste û mentehiyê karê xwe ye, hayê wî ji wêjeya cîhanê, wêjeya Swêd û bi klasîk û nûyên xwe, ji dîroka wêjeya kurdî di asteke baÅŸ de heye.
Sala 1992 an lêkolîna bi navê ” Destpêka Edebiyata Kurdî” çap dike, bi dû de sala piÅŸtretir gotarên xwe ku di rojname û medya kurdî de hatine weÅŸandin di pirtûkeke bi navê ”Hêz û Bedewiya Pênûsê” de pêÅŸkêÅŸî xwendevanan dike.
Ev sal heta tu bêjî bes bêrdar û produktiv in, berhemdariya Uzun ji awira reng, babet û ÅŸaxên nû de dewlemendtir dibe. Êdî formên din yên wêjeyî diceribîne. Destana ”Mirina Egîtekî” dinîvisîne (1993).
Destan li ser gerîlayê ARGK Ferît Uzun e ku piÅŸtre hunermendê me î hêja Ciwan Haco dike stran û beste di CD yekê de.
Kaniya nivîskariya wî der bûye, xwurt e, bê westan û rawestan diherike, 1995 an di du cild antolojî de dibe lehî.
Heman salê romana ”Bîra Qederê”, romana li ser jiyana Celadet Bedirxan ku di romanivîsandina Uzun de qonaxek e dikeve destên xwendevanan.
Salên nav 98-99 an yek ji wan romanên li Instîtûya Kurdî Li Stockholmê me nîqaÅŸkirin jî ev romana Uzun ”Bîra Qederê” bû.
Sala 1995 an ji awireke din jî di dîroka lêkolîneriya Mehmet Uzun de xwedîcîh û ÅŸop e. Di vê salê de Uzun bi navê ” Världen i Sverige-Cîhan li Siwêdê” antolojiyeke nivîskarên biyanî li Siwêdê ji pirtûkxaneyên Siwêdê re dike xelat.
Ew êdî nivîskarekî navneteweyî û çendzimanî ye, romanên wî tercûmeyî hejmarek ziman bûne; ji Swêd, ji Tirkiye û Kurdan (Instîtûta Kurdî li Elmanya) hejmarek xelat girtine, li binê deklerasyonên rewÅŸenbîrî ji bo aÅŸtiyê di teniÅŸta îmzeyên romanivîsên xelatgir wek Gunter Gras û Hwd.de îmzeya wî jî heye.
Ber bi salên dawiya jiyana xwe de, çûn û hatina wî ya Tirkiye û welat jî zêde dibe, dikeve konferansan, panel, semîner û sempozyûman û berhemên xwe bi Kurdî û Tirkî ji xwendevanan re îmze dike.
Mehmet Uzun di temenekî de ku hê 54 salî bû, di demekê de ku berhemdariya wî geÅŸ û gur bû, di nav wî û xwendevanên kurd û ji gel û welatên din de hevnasîn, aÅŸnayî û hogiriyek ketibû rê, serê xwe danî, ji nav me bar kir.
Ji nav me barkir û çû, belê li pey xwe ÅŸopek diyar û barek berhem jî hiÅŸt , mala wî ava, cihê wî buhuÅŸt be. Romana ewil di sîhûdusaliya xwe de nivîsand û di pêncîçarsaliya xwe de li ser romana Erich Auerbach kar dikir, heyf bû temenê wî têr nekir.


Print


.
2023-10-30 - 14 :33    Dr ZerdeÅŸt Haco Xelata Mîr Celadet Bedirxan wergirt
2022-11-23 - 20 :54    Navdareki Kurd : Cewoyê Emer Mamoyan
2021-04-17 - 05 :23    “Yêrêvan xeber dıde” koça xwe bar kır
2020-03-31 - 14 :45    KURD ÇAWA BUN `miletê êzidî` ?
2020-02-28 - 15 :32    Kurdî qedera min e
2020-01-29 - 12 :58    JÄ°YANA NIViSKARÊ KURD ELÃŽYÊ EBDILREHMAN
2019-09-07 - 04 :49    YEKÄ°TÄ°YA KURDA, ROLA SEROK Û PARTÄ°YÊN KURD
2018-08-21 - 16 :14    Nirxandina Islama Siyasî di neynika wêjeya Kurdî de
2015-01-24 - 04 :34    WEZÃŽRÊ EÅžO ÇU SER DILOVANÄ°YA XWE
2013-01-01 - 06 :21    Dimilkî yek ji zaravayên zimanê Kurdî ye
2012-01-22 - 12 :06    Dostaniya Cegerxwîn û H. Emînê Perîxanê ba Ermeniya
2012-01-14 - 01 :24    Mihemedê Siloyê Bava koça xwe bar kir...
2012-01-14 - 00 :55    Prof. Dr. Wanli çû ser dilovanîya xwe
2011-11-08 - 22 :00    Mêrxasê Sovyetê: Semendê Elî Sîabendov
2011-10-15 - 02 :00    Jiyan û xebata Mehmed Uzun
2011-09-18 - 01 :32    Jiyan a nivîskarê kurd Eskerê Boyîk
2011-03-17 - 01 :54    Barzanî: Divê em hev xaîn îlan nekin
2011-02-08 - 02 :25    Dîktatorek diçe yek tê
2010-11-16 - 00 :03    Pêncî saliya ÅŸewata zarokên sînema Amûdê
2010-11-13 - 20 :48    Girîşayê Memê ji nav me koç kir



About us  |  Contact information
Copyright 2008, ANP. All rights reserved.
Powered by Med Diplomatic